Qedexeya li ser gundên Licê hat rakirin

Duh, bi biryara parêzgariyê, li gundên Pêçar, Bawerdê, Hindîv û 7 gundên din yên Licê qedexeya derketina derve hatibû ragehandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Qedexeya derketina derve ku, liser 10 gundên navçeya Licê ya Diyarbekirê hatibû ragehandin hat rakirin.

Parêzgariya Diyarbekirê bo 10 gundên Licê duh, qedexeya derketina derve ragehandibû. Qedexe di nava 24 demjimêran de hat rakirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Diyarbekirê, operasyonên ku, bi armanca bêbandorkirina endamên PKKê hatibû destpêkirin, bi dawî hat. Qedexeya derketina derve jî îro, demjimêr 5ê vê sibê hat rakirin.

Derbarê encamên operasyonê de agahî nehat dayîn.

Duh, bi biryara parêzgariyê, li gundên Pêçar, Bawerdê, Hindîv û 7 gundên din yên Licê qedexeya derketina derve hatibû ragehandin.