Li Şirnewê êriş li baregeha Serbazî ya Tirkiyê hat kirin

Baregeha serbazî ya Mila Kêrî ku, 19 kîlometre dûrê navenda Şirnexê ye, nîvê şeva borî rastê êrişê endamê PKKê hat.

K24-Navenda nûçeyan

Li Şirnewê êriş li baregeha Serbazî ya li gundê Mila Kêrî hat kirin. Li gorî agahiyên destpêkê cerdevanek hat kuştin.

Baregeha serbazî ya Mila Kêrî ku, 19 kîlometre dûrê navenda Şirnexê ye, nîvê şeva borî rastê êrişê endamê PKKê hat.

Pevçûn li derdora gund demek dirêj berdewam kir. Di pevçûnan de cerdevanek hat kuştin. Çavkaniyên serbazî îdîa kirin ku, di pevçûnan de endamekî PKKê jî canê xwe ji dest daye.