Li ser rêya Amed û Rihayê 6 kesan canê xwe ji dest dan
Li gor zanyariyê Rêveberiya hatûçûnê, 4 kesên birîndar bi helîkopter û ambulansan bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Amedê.
K24-Navenda Nûçeyan
Li ser rêya Diyarbekir û Rihayê di rûdaneke hatûçû de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Hat ragehandin, otombîla ku, ji Rihayê dihat û ber bi Diyarbekirê ve diçû 30 kîlometre nêzîkî Diyarbekirê qelibî. Li gorî agahiyên destpêkê, zarok jî di nav de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Hat ragehandin, otombîl bi hejmara Colamêrgê ku, ji Hatayê ber bi Geverê ve diçû nêzîkê gundê Qereyaqûbê qelibî. Ajokarê otombîlê Sadiq Salar û 3 ji wan zarok ji heman malbatê 6 kesan di cihê bûyerê de canê xwe ji dest dan.
Li gor zanyariyê Rêveberiya hatûçûnê, 4 kesên birîndar bi helîkopter û ambulansan bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Amedê.