Serokatiya PDKê: Daxuyaniyên Dr. Cuma nêrînên wî yên kesayetî ne
Nivîsgeha Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê derbarê daxuyaniyên Dr. Mihemed Salih Cuma, di daxuyaniyekê de ragihand, ku ti postekî fermî û siyasî yê Cuma nêzîkî Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî tune ye, gotin û daxuyaniyê Cuma nêrînên wî yên kesayetî ne, bi çi awayekî ne nêrînên Serok Barzanî û PDKê ne.
K24 – Hewlêr

Nivîsgeha Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de hat, ku Dr. Mihemed Salih Cuma di dîmenekê de ku malpera “Rojava News” û çend malperên din belav kiribûn, bi posta Şêwirmendê siyasî yê Serok Barzanî dabûn nasandin û derbarê rewşa siyasî ya navçeyê û pêwendiyên partiyên Kurdistanê ligel welatên herêmê de, nêrîn dabû.
Herwiha daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir, ku Cuma ti postekî wî yê fermî û siyasî nêzîkî Serok Barzanî û PDKê tune ye, her gotin û daxuyaniyên wî, nêrînên wî yên kesayetî ne.
Daxuyaniyê diyar kir, ku siyaseta PDKê bi welatên herêmê re zelal e, li ser bingeha rêzgirtin û karkirin bo damezrandina aramî û aştiyê ye. Ligel partiyên Kurdistanê jî bo yekrêzî û xebata hevbeş e, ku berjewendiyên bilind yên gel biparêze, herwiha xebat û qurbanîdana aliyên siyasî yên Kurdistanê dizane.