Êminkî: Bo rifrandomê me yasa heye

Gerimtirîn pirs di navber a alî yên sîyasî de encamdan a rifrandomê ye, endamek ê Mekteb a sîyasî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê jî dibêje: Bê perleman ev pirs nahê encamdan, partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê jî, her çende hevnerîne li gel ewê yekê ku divê bi yasa ev kar bihê rêkxistin, belê berpirsek ê bilind ê evê partîyê dibêje: Herêm a Kurdistanî xwedîyê yasayekêye di vê bwarê de.

K24- Hewlêr

Endamek ê Meketeb a sîyasî ya Yekêtî, dibêje: Bê perleman rifrandom nahê encamdan, çareserkirin a evê rewşê  jî wê demê ji dayîk dibe; dem a alî yên sîyasî li dor mêzekê kom dibin.

Partîyê divê berî pêl a guhertinan deverê bihêle, rifrandom bihê encamdan, berpirsek ê balalyê ewê partîyê dibêje: Me ji mêje bingeh a yasayî bo rifrandom darijtîye û me der ê danûstandinan li ser çi kes nedaxistîye.

Li gor zanyarî yên Kurdistan24, Komisyûn a Bala ya Hilbijartinan û rapirsîyan li gel komisyûn  a bala ya ser bi xwe ya hilbijartin ên Îraqê li ser evê pirsê gelek caran kom bûne û gehiştine, encamekê, tenê ew yek maye ku şandek a dem a ragehandin a rifrandom bi bexdayê re bigehîne.