Encûmena Leşkerî ya Minbicê navê operasyona xwe kirin Ebo Leyla
Fêsel Ebdê Bilal Sadon ku, bi navê Ebû Leyla tê naskirin, damezrênerê ketîbeya Şemis El-Şemale duh, di şerê rizgarkirina bajarokê Minbicê de şehîd bû.
K24-Navenda Nûçeyan
Encûmena Leşkerî ya Minbicê navê operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê weke wefadariyekî, bi navê serkirdeyê Şemis El-Şemal Fêsel Ebo Leyla ku, duh, şehîdbûbû ragehandin.
Di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî danê sibehê gundê Feres El-Sexîr û El-Masî rizgarkirin, li gor agahiyên Encûmena Leşkerî ku, ji K24ê re belav kirî niha ew li ser tixûmên bajarokê Minbicê ne.
Encûmena Leşkerî aşkere kir ku, weke wefadariyekî ji serkirdeyê Şemis El-Şemal, wan navê operasyona rizgarkirina Minbicê guhertin bi operasyona Fêsel Ebo Leyla.
Ji aliyê xwe ve jî, Nûnerê Serokê Amerîkayê bo Kobanê Birêt Makorik li ser malpera xwe ya Tiwitterê behsa şehîdbûna Ebo Leyla kirbû û xemgîniya xwe diyarkirbû.
Fêsel Ebdê Bilal Sadon ku, bi navê Ebû Leyla tê naskirin, damezrênerê ketîbeya Şemis El-Şemale duh, di şerê rizgarkirina bajarokê Minbicê de şehîd bû.