Demîrtaş gûmanê bi xwendina Erdogan dike

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş dibêje, ger Erdogan ji Zanîngehê dêrneçûbe, pêwîst e Serokomariya wî bikeve.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş dibêje, ger Erdogan ji Zanîngehê dêrneçûbe, pêwîst e Serokomariya wî bikeve.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş îro beriya civîna HDPê ya Lijneya Rêvebir a Navendî, pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir, ku li gor yasayên Tirkiyê kesek ji Zanîngehek dêrneçûbe, nikare bibe Serokomar. 

Demîrtaş diyar kir, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî ne zelal e ji Zanîngehê dêrçûbe. Ji bo zelalkirina hebûna belgenameya dêrçûnê ya dosyeya Erdogan de, ew ê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê bidin. Ger derbarê dêrçûna xwe de Erdogan delîlek nîşan nede nikare Serokomariyê bike.