Li Dîlokê termê emîrkî DAIŞê li goristana bêkesan hat veşartin

Berî niha jî 3ê termên endamên rêxistina DAIŞê ku, berpisên teqînên Pirsûs, Stenbol û Dîlokê bûn di heman goristanê de, hatibûn veşartin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Dîlokê kes xwedî termê emîrê DAIŞ yê Tirkiyê derneket û li goristana bêkesan hat veşartin.

Emîrê DAIŞê yê Tirkiyê Yunus Durmaz, di operasyona 19ê Gulanê de, li Dîlokê bombeyên ser xwe teqandibû.

Yunus Durmaz, bi plankirina teqînên Diyarbekir, Pirsûs, Enqere, Stenbol û Dîlokê dihat tawanbarkirin û di heman demê de wek emîrê DAIŞ'ê yê Tirkiyê dihat zanîn.

Malbat û xizmên Dûrmaz, xwedî li termê derneketin. Bi dawîbûna dema yasayî ya 15 rojan, bê ku nimêjê cenazeyê bê kirin, term li Goristana Bêkesan ya Yeşîlkentê hat veşartin.

Berî niha jî 3ê termên endamên rêxistina DAIŞê ku, berpisên teqînên Pirsûs, Stenbol û Dîlokê bûn di heman goristanê de, hatibûn veşartin.