TAKê êrîşa bombeyî ya li Stenbolê girt ser xwe

Rêxistina Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) berpirsiyariya êrîşa bi bombeyî ya li Stenbolê, ku 11 kes miribûn girt ser xwe. Di êrîşên 6 mehên dawî ya TAKê de 76 kes canê xwe ji dest dane. Tirkiye amaje dike, ku TAK rêxistineke girêdayî PKKê ye, lê PKK vê yekê red dike.

 

K24 – Stanbol

Rêxistina Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) berpirsiyariya êrîşa bi bombeyî ya li Stenbolê, ku 11 kes miribûn girt ser xwe. Di êrîşên 6 mehên dawî ya TAKê de 76 kes canê xwe ji dest dane. Tirkiye amaje dike, ku TAK rêxistineke girêdayî PKKê ye, lê PKK vê yekê red dike.

Rêxistina bi navê TAKê, ku di mehên dawî de, li bajarên cuda yên Tirkiyê gelek êrîşên bi bombeyî pêk aniye, êrîşa bi bombeyî ya roja Sêşemê li Weznecîlera Stenbolê rû dabû, girt ser xwe.

TAK der barê êrîşê de ku 6 polîs, 5 sivîl canê xwe ji dest dabûn, li ser malpera xwe ragihand, ku êrîş ji aliyê du endamên rêxistina wan ve hatiye kirin. Rêxistinê da zanîn ku ji ber êrîşên li dijî PKKê êrîşeke wiha kirine û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev êrîş li dijî êrîşên qirêj û hewayî yên li Kurdistanê tên kirin, ji bo tolhildana gelê me hatiye kirin. Dibe ku hinek kes bîriya aştî kiriye, lê me hêj nû dest bi şer kiriye.”

Li Tirkiyê, piştî bidawîbuna proseya aştiyê ji aliyê TAKê ve gelek çalakî hatin kirin. Di 6 mehên dawî de ji aliye TAKê ve bi wesayîtên bombebarkirî û êrîşa xwekujiyê de 5 êrîş hatin kirin, 76 kes mirin.

Li Enqerê di êrîşa bi bombeyî ya TAK'ê de jî 37 kes miribûn. Piştî êrîşê berpirsên hikûmeta Tirkiyê dest nişan kirin, ku TAK pêkaheteyeke PKK'ye. Li ser vê Rêvebirê PKKê Cemîl Bayik daxuya kir, ku êrîşa li Enqerê li dijî polîtîkayên zulimkar hatiye kirin, lê belê TAK bi awayekê yekser girêdayî wan nîn e.

Piştî êrîşa dawî ya li Stenbolê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berpirsa êrîşê weke PKK nîşan dabû û amaje kir ku bersiveke tund dê bidin wan.