Li mihwer a Mexmûrê hêriş a ser çekdar ên Daişê destpêkir
Demjimêr 05:00 serê sipêdey a evro hêz ên Îraqî hêriş kirin ser çekdar ên Daişê

K24- Hewlêr
Demjimêr 05:00 serê sipêdey a evro hêz ên Îraqî hêriş kirin ser çekdar ên Daişê
Hêriş bi araste ya gund ê Xeryîb Cebir û geund ên derdor a dever a Hacî Elî destpêkirîye û lîwa yên 91,71 û 37 zirêpoş ser bi firq ya 15 ya sûpa ya Îraqê di hêrişê de pişkdarin.
Rayîd Emîn Şêxanî, efser di sûpa yê Îraqê de bi Kurdistan 24 ragehand: Heya niha Hêriş berdewame û ji bilî ew hêz a li ser erdê şerr dikin, firoke yên hevpeymanan jî ji asman ve pişkdarîyê di di hêrişê de dikin û bingeh û baregeh ên Daişê burdûman dikin.
Demeke supa yê Îraqê li mihwer a Mexmûr û gund ên derdor hêz kom kirîne û çend caran jî liwan deveran hêriş kirîne ser çekdarên Daişê, lê heya niha wek pêdivî neşîyane pêşrewîyê bikin û ber bi pêşve biçin û dever û gundan kontirol bikin.