30 sal in karê nîgarkirina liser keviran dike
Hoste dibêje ku, wî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî dest bi çêkirina şûrê Hz.Alî kiriye û dê di nava 11 hefteyan de jî bi dawî bîne
K24-Navenda nûçeyan
Li bajarê Rihaya Bakurê Kurdistanê kevirên reş xwedî cihekî teybet in ji bo welatiyên bajêr. Hosteyê bi navê Mehmet Selanîş jî bi wan kevirên reş neqşeyên cihêreng çêdike û pê debara xwe dike.
Li Girêsora Bajarê Rihayê hosteyê keviran yê bi navê Mehmet Selanîş yê ku xwediye 12 zarokan e ev 30 sal in ku debara xwe bi neqşa kevirên reş dike. Li herêma Girêsor ji bilî Mehmet Selanîş tu kesên din vî karê ku nîgarên cûrbicûr li ser wan keviran çêdike nîn e.
Hosteyê kevrên reş amaje bi wê yeke dike, amûrên ku ji heyama Osmaniyan wir de hatine bikaranîn bi keviran çêdike û heta niha di serî de ji bo Serokkamariya Tirkiyê ji bo gelek navdaran jî berhemên balkêş çêkirine û dibêje ew 30 sale ku vî karî dike.
Derbarê vê mijarê Hosteyê Keviran Mehmet Selanîş wiha ji K24ê re got:"Ez merivekî sineatkar im. Ji min re di dinyayê de kî çi bibêje ez dikarim çêkim. Çi be ez dikarim çêkim. Ez ji Kurdistanê re çêdikim, Serok Barzanî re çêdikim. Kîjan dewlet ji min çi bixwaze ez dê karibim çêkim."
Hosteyê keviran Mehmet Selanîş, Omerê Helebî yê ku, ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê reviya ye û hatiye bajaroka Girêsor (Sîwerek) hilgirtiye cem xwe û wî fêrî vî karî dike. Herwiha ev pereyê ku kar dike bi Omer re parve dike.
Derbarê vê babetê Penaberê ji Suriyê Omer Helebî wiha ji K24ê re axifî:"Bû sê sal in ez li vir im. Ez ji ber şer reviyam û hatim vê derê. Ez jî debara nanê xwe bi van keviran dikin. Ez li vir van keviran dişkînim. Mehmet hoste ji min re dibe alîkar."
Hoste û hunermendê keviran amaje bi wê yekê dike ku, heta niha bi dehan berhemên wî ji derveyî welêt re hatine şandin. Hoste dibêje ku, wî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî dest bi çêkirina şûrê Hz.Alî kiriye û dê di nava 11 hefteyan de jî biqedîne. Ji aliyê din ve Omerê Helebî jî gelekî kêfxweşe ku hem debara xwe dike û hem jî fêrî vî karê neqşa keviran dibe.