Gelo eger heye navê federalîzma Rojava bê guhartin?
Desteya rêxistinî ya sîstema federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê 3 nav bo pirojeya federalîzmê pêşkêş kirin, ku bûne cihê gengeşeyê. Serkirdeyên sîstema fediralîzmê tekez dikin ku, mebesta guhertinê ne êxistina nasnameya Kurdî ji navê vê sîstemê ye, lê belê danasînek e ji pirojeya fediralîzmê re.

K24 – Qamişlo
Desteya rêxistinî ya sîstema federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê 3 nav bo pirojeya federalîzmê pêşkêş kirin, ku bûne cihê gengeşeyê.
Serkirdeyên sîstema fediralîzmê tekez dikin ku, mebesta guhertinê ne êxistina nasnameya Kurdî ji navê vê sîstemê ye, lê belê danasînek e ji pirojeya fediralîzmê re.
Di dirêjahiya du rojan de, Desteya Rêxistinî ya sîstema fediralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê danûstandin li ser reşnivîsa peymana civakî kir. Reşnivîs weku heye li ser hate erê kirin, lê 3 pişinyar bo guhertina navê pirojeyê hatine pêşkêşkirin, ku yek ji wan fediralîzma Rojavayê Kurdistanê Mieribo Bêtnehrên e.
Endamê Desteya Rêxistinî a sîstema fediralîzma Rojava û Bakurê Sûriyê Nisreddîn Ibrahîm ji K24ê re diyar kir ku, ev pişinyar ne dûrketinek e ji mafê gelê Kurd di sîstema fediralîzmê de. Herwiha tekez dikin ku, mebesta hebûna navekî Suryanî ew e, ji bo danasîna pirojeyê ye, weku sîstemeke nûnertiya hemû gelên deverê dike û mafê wan diparêze.
Ji aliyê xwe ve, Seroka Komeleya Çandî ya Suryanî Êlîzabêt Goriyê jî ji K24ê re ragihand ku, danîna navê (Mieribo Bêtnehrên) û wateya wê rojavayê welatê di navbera herdu çeman e ango Mezopotamiya ye, ku wek wergirandinê ji navê pirojeyê re hatiye, ji ber ji mafê her netewekê ye di hundirê pirojeya fediralîzmê de bi zimanê xwe bixwîne. Herwiha tekez dikin ku, danîna vî navî nayê wê wateyê ku hevêrkiyeke siyasî bi kurdan re dikin û ne jî binpêkirinek e ji mafê ti netewê re.
Sîstema federalîzma Demukrat a Rojavayê Kurdistanê - Mieribo Bêtnehrên û sîstema federalîzma Demukrat a Bakurê Sûriyê, 2 navnîşanên ku ji bo pirojeya federalîzmê hatine pêşkêşkirin, ew jî bûne cihê rexnedayîna hin çavdêran, ku dibînin nasnameya Kurdî ji vê pirojeyê tê êxistin, ji bilî rexneyên berê yên li ser pirojeya fediralîzmê, ku weku pirojeyeke ne Kurdî binav dikin.
Ji aliyê xwe ve serkirdên fediralîzmê dibêjin ku, ta niha li ser ti navnîşanan nehatiye erêkirin û heye nev weku xwe bimîne, sîstema federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê.