Li Hewlêrê ahengek bo zarokên penaber birêve çû
K24 – Hewlêr Li navçeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve, çalakiyeke hunerî ji zarokên bajarê Mûsilê yên penaberî Herêma Kurdistanê bûne re hat birêvenirin. Çalakî bi alîkariya Herêma Kurdistanê û bi amadebûna kunsilê Fransî li Hewlêrê û digel grûpeke mûzîkê ku ji Fransayê hatibûn birêve çû.

K24 – Hewlêr
Li navçeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve, çalakiyeke hunerî ji zarokên bajarê Mûsilê yên penaberî Herêma Kurdistanê bûne re hat birêvenirin. Çalakî bi alîkariya Herêma Kurdistanê û bi amadebûna kunsilê Fransî li Hewlêrê û digel grûpeke mûzîkê ku ji Fransayê hatibûn birêve çû.
Di çalakiyê de keçeke Kurd bi navê Yadgar ku ji bajarê Efrînê ye û penaberî Herêma Kurdistanê bûye, bi grûpa Fransî re stran gotin û dilê zarokan kêfxweş kir.