Serok ê Kurdistanê: Delîve yên mezin û asteng ên mezin jî li pêşîya me hene

Serok ê Herêm a Kurdistanê, Mesûd Barzanî, bi derbirrîn a piştîvanî ya xwe bo maf û daxwazî yên pêkhate yên neteweyî û olî yên Kurdistanê ragehand: Gel ê Kurdistanê bi hemû pêkhate yên xwwe ve bi qonaxek a hestîyar re dibure ku delîve yên mezin û qebo yên mezin tê de hene.

K24- Hewlêr

Mesûd Barzanî, di kombûn a xwe de li gel serok û sikirtêr ên partî yên Turkumanî li Herêm a Kurdistanê, bi majedan bi qonax a dîrokî ya dewlet a Îraqê ragehand: Bo burandin a qeboyan û misogerkirin a destkevtan hemû alîyan pêdivî bi hevdû heye.

Li ser maf ê pêkhate yên neteweyî û olî, serok Barzanî ragehand: li Kurdistanê cihê cûdakarî ya nijadî û olî navebe û em hemû di mirovanîyê  de bira û wek havîn û divê hevdû qibûl bikîn.

Serok ê Herêm a Kurdistanê di pişkek a dî ya axivtin ên xwe de runahî xist sser metirsî yên tîror û qonax a piştî şerr ê Daişê ku pêdivîye jîûyan û maf ên pêkhat yên neteweyî û olî girentî bihê kirin û rê nehê dan çi yê din karesat dûbare nevebin.

Serok ê Herêm a Kurdistanê û sikirtêr ên partî yên Turkumanî  li Herêm a Kurdistanê, tekez kirin ku bi canek Kurdistanî û berpirsane reftarê li gel pêşhateyan dikin û hewl ên serok ê Herêm jî bo parastin a pêkhateyan û çespandin a mef ên destûrî di destûr a Îraqê de giring û bilind dannirxandin û piştîvanî ya xwe jî bo sîyaset û sitratîc û pêngav ên serok Barzanî bo aynde ya Îraqê û Kurdistaê derbirrîn.