Li Kerkûkê 70 xaniyên gundekê Kurdan tên herifandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Eliyawayê yê parêzgeha Kerkûkê, bi biryara îdareya wî bajarî û bi hinceta çêkirina projeyeke xwecihbûnê, herifandina dikan û cihên bazirganî dest pê kiriye û metirsiya herifandinê li ser 70 heta 80 malên welatiyên Kurd jî heye, xwecihên deverê jî wê biryarê red dikin û dibêjin ku bêdengî li beranber mafên wan heye.
Li gorî zaniyarên peyamnêrê Kurdistan24ê Hêmin Delo, amûrên têkdanê îro Pêncşem, 22ê Cotmeha 2026ê, li ser rêya serekî ya Kerkûk – Dûbiz û li nêzî taxa Emel Şeibî dest bi herifandina dikan û holên bazirganî yên gundê Eliyawayê kiriye, herweha biryar e di qonaxa bê de dest bi herifandina zêdetirî 70 malên welatiyên di nav wî gundî de jî bikin, ev yek jî bi merema valakirina deverê bo projeyeke veberhênanê ye.
Xwecihên wî gundî nerazîbûneke tund li beranberî wê pêngavê diyar kir û tekez kir ku ew awareyên Kerkûkê ne û bi fermî di çarçoveya madeya 140ê ya Destûrî de di salên 2011 û 2012an de li wê derê hatine xwecihkirin.
Welatiyekî wî gundî ji Kurdistan24ê re got: "Ev zevî bi fermî ji aliyê lîjneya awareyan ve bi me hatine dan, lê niha bêyî ti mafekî û bi desttêwerdana partîtiyê dixwazin me derbêxin û careke din me aware bikin."
Welatiyekî din ê wê deverê amaje bi wê yekê da ku îdareya bajarî tenê nêzîkî du milyon dînaran wekî qerebû destnîşan dike, ku ev yek bi ti awayan nayê qebûlkirin. Wî welatîyî got: "Ev gundê me ye û em tê de mezin bûne û ew me jê derdixin, gefa herifandinê li ser zêdetirî 70 heta 80 malan heye, ji bilî Şaxewan Ebdula ti berpirsekî din li dû dengê me nehatiye û jiyana me di bin gefa amûrên têkdanê de ye."
Tevî ku nivîsara fermî bo rawestandina herifandina wan cihan bi hinceta zêdegaviyê heye û arêşeya madeya 140ê li ser wan zeviyan jî heye û nabe bi hêsanî bi projeyên veberhênanê bên dan, lê Desteya Veberhênanê li Kerkûkê li ser bicihanîna projeya xwe rijd e, li beranberî wê yekê jî xwecihên wî gundî her roj xwenîşandan û nerazîbûna xwe diyar dikin.