ENKS:Em dikarin ligel PYDê bicivin
ENKS û partiyên din ku di hikûmeta demkî de cih nagirtine di rojên pêş de dê polîtikayeke çawa bidin pêşiya xwe ji niha ve nediyar e, lê geşedana dawî rê li ber tifaqên nû jî vedike.
K24-Navenda Nûçeyan
ENKS ji ber sedemên siyasî di hikûmeta demkî a Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Opozîsyona Sûriyê de cih negirt. Piştî vê biryarê ENKS ragihand ku ew wek pêkhateyeke siyasî, dikarin ligel PYD jî bicivin lê belê PYD xwe ji vê yekê dûr dixe.
Piştî eşkerekirina hikûmeta demkî a ji aliyê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Opozîsyona Sûriyê ve ENKS biryar da ku di hikûmeta Sûriyê a demkî de dê cih negirin û xwe vekişandin. Sedema ENKS jî ew e ku hikûmeta demkî ya nû bo pêkhateyên din yên Sûriyê qed cih nedaye û demokratîk nîn e.
Nunerê ENKS Guman Huseyin da zanîn ku, ji ber sedemên siyasî nebûne hevbeşê vê hikûmeta demkî. ENKS bi rêya siyasetê xebatan pêk tîne û bo hevkariyê wek PYD dikarin ligel hemû partiyên siyasî guftûgo bikin.
Nunerê ENKSê Guman Huseyin wiha got:
"ENKS wek hêzeke siyasî ji bo hevbeşiya kar dikare xwe bigîhîne PYD jî. Lê mixabin PYD heta niha yek gav der barê avakirina di vê mijarê de neavêtiye. Her dem dixwaze ew bi tenê bimîne di meydanê de, biryar biryara wan a be lê hevbeşiyê qebûl nake."
Cîgirê Serokê Îxtilafa Niştimanî a Opozîsyona Şoreşa Sûriyê Muwafaq Noyrabî jî rexneyên der barê nebûna Kurdan û pêkhateyên din di hikûmeta demkî de qebûl dike.
Cîgirê Serokê Îxtilafa Niştimanî a Opozîsyona Şoreşa Sûriyê Muwafaq Noyrabî wiha axifî:
"Bêguman nerazîbûna Kurd û tevlînebûna Kurd ji bo vê hikûmetê kêmasiyek çêdike. Ji xeynî neteweya Kurd, pêkhateyên din yên Sûriyê jî nîn e. Ji ber vê yekê em nikarin navê hikûmetê lê bikin. Ev hikûmeteke xizmetguzariyê ye û bi vê mebestê bi tenê li herêmekî dikare kar bike."
Li Stenbolê di civîna dawî ya Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Opozîsyonê de ji 98 endamên lijneya giştî bes 68 kes bo hikûmeta demkî wek erênî deng dabûn. Wek ENKS partiyên din ku di hikûmeta demkî de cih nagirtin di rojên pêş de dê polîtikayeke çawa bidin pêşiya xwe ji niha ve nediyar e. Lê geşedana dawî rê li ber tifaqên nû jî vedike.