Kurdên Kirşehîrê yên Anatoliya Navîn li ser çand û zimanê xwe mane

400 salan beriya niha, di dema dewleta Osmanî de, ji çar parçeyên Kurdistanê Kurd bo anatoliyaya navîn hatin şandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di 7ê Hezîrana 2015an de li Tirkiyê hilbijartineke dîrokî pêk hat ku bandora wê hê jî berdewam e. Piştî hilbijartina li gelek bajarên bakurê Kur şer û pevçûn dest pê kirin û li bajarên Tirkiyê jî li hemberî Kurdan êrîş dest pê kirin. Yek ji wan bajarên êrîş lê dest pê kir jî bajarê Anatoliya Navîn Kirşehîr bû.

Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê rewş gelekî aloz bû. Li bajarên bakurê Kurdistanê şer dest pê kir û li Bajarên Tirkiyê jî alozî û dijminahiya li hember Kurdan. Di 8ê Îlonê de li gelek bajaran êrîşên nijadperestî dest pê kirin. Herwiha li Kirşehîrê jî 34 kargehên Kurdan hatin şewitandin û komên nijadperest gef li gundên Kurdan xwar ku gundên wan bişewitînin.

Kurdên Kirşehîrî dibêjin ji ber ku wan dengê xwe dan HDPê Kurdên li Kirşehîrê û Gundên wan bûn armanca êrîşan û ji bilî êrîşan jî zextên dewletê yên li ser wan zêdetir bûn. Herwiha xizmet û alîkariyên dewletê yên bo gundên Kurdan jî bi temamî hate qutkirin.

Mamoste hûseyn Uzun derbarê vê yekê wiha dibêje:

"Di prosesa hilbijartinên 7ê Hezîranê de ji bo HDP ji bendê derbas nebe gelekî hewl dan. Lê belê gava dîtin ku HDPê dengekî baş bi dest xist, dest bi zext û zordarî û rêbazên tundî û tujiyê kirin. Kirşehîr ji bo xwe kirin armanca pêşî û bi vê jî bi ser ketin. "

Namzedê HDPê yê Hilbijartinên 7ê Hezîranê Onur Şahîn jî dibêje hikûmet ne bawer bû ku ew ji benda hilbijartinên derbas bibin lê belê gava wan ji sedî 13ê dengan wergirt û bi taybetî jî dengê HDPê yên ji Kirşehîrê ji hezarî derxist 9 hezaran Kirşehîr gelekî derket pêş

Namzedê HDPê yê 7ê Hezîranê li Kirşehîr Onur Şahîn wiha got:"Ji ber dengê HDPê yên li Kirşehîrê gelekî zêde bûn, kargehên Kurdan yên li bajêr hatin şêlandin, talankirin û şewitandin û beriya hilbijartinên 1ê Mijdarê, rayedarên dewletê dest bi gefan kirin. Ji Gundiyan re gotin heger hûn dengên xwe bidin HDPê em ê xizmetgûzarî û alîkariya bo gundên we bi dawî bikin. Ev yek jî pêk anîn. Rêyên gundên me nayên çêkirin û av a gundê me jî nîn e."

400 salan beriya niha, di dema dewleta Osmanî de, ji çar parçeyên Kurdistanê Kurd bo anatoliyaya navîn hatin şandin. Beşek ji wan Kurdan li deşta Kirşehîrê bi cîh bûn û niha nêzî 40 gundên wan hene. Digel sedan sal li ser hatina wan derbasbûye hêj Kurdên Kirşehîrî li ser çand û zimanê xwe mane.