Partî ya Ayînde dê bihê hilweşandin

Li gro zanyarîyan Partî ya Ayînde ya Kurdistan biryar a hilweşandin a xwe da û dê biherrin rêz a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê.

K24- Hewlêr

Li gro zanyarîyan Partî ya Ayînde ya Kurdistan biryar a hilweşandin a xwe da û dê biherrin rêz a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê.

Mêdya yên YNKyê belav kirin ku di kombûn a evro de di navber  a şand a herdû alîyan li Silêmanîyê bi teva ya denegan biryardan ku Partîya Ayînde ya Kurdistan dê biherrin rêz a YNKyê.

Bireyare evro di kongireyek a rojnamevanî de Partî ya Ayînde hilweşandin a xwe û çûne di nav YNKyê de biragehîne.

Li gor zanyarîyan Qadir Ezîz di rêz ên YNKyê post a endam ê Meketeb a Sîyasî dê wergire û ew kadir û endam ên li gel wî ne jî, li organ ên YNKyê dê bihên damezirandin.

Di ragehandinekê dePartî ya Ayînde ya Kurdistanê dibêje: Civat a bala ya Partîyê sera pêşwazîyê li destpêşxerî ya YNKyê û niraxandin a pêngavê hevgirtinê û yekxistn a hêz ên dîmukrasî û çepan ku xwedanê xebat û dîrokek a hevpişkin, bi tevaya dengan razîbûn li ser danûstandinan  û bo evê yekê jî komîteyek a bala hat pêkhînan û hevsengî ya rêkkevtinê bi merc a serkevtin a rêkkevtinê dan zanîn.

Di meha Adar a 2009ê de mekteb a sîyasî û serkirdatî ya Zehemtkêşa, Qadir Ezîz ji sikirtêrîyê ladan û nav ê partîyê jî bo xwe wergirtin û ji wê demê ve heya niha Qadir Ezîz, partîyek a nû damezirandin bi navê Ayînde. Lê ew partî ji qebare ya xwe zêde nebû û nekarî ji alî yê cemawer ve pêşve biçe. Demeke dengê wê yekê heye ku Qadir Ezîz partî ya xwe dê têkel bike bi YNKyê û li gor zanîyarîyan postek a bala ji xwe re misoger kirîye di nav YNKyê de û dibe endam ê Mekteb a sîyasî ya YNKyê, lê heya niha pile û post a endam ê serkirdatî ya partî ya wî xuya nîne û biryare evro êvarî hûrkarîyan dê biragehîne.