Erdogan dixwaze derfeta kodetayê bo cibicîkirina armancên xwe bikar bîne

Hevserokê HPDê Selahetîn Demîrtaş derbarê şikestina kodetaya leşkerî û encamên wê yên siyasî û ewlekariyê de ragihand ku, kodeta tune ye naxwazin kodeta jî bi bigihe armanca xwe.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HPDê Selahetîn Demîrtaş derbarê şikestina kodetaya leşkerî û encamên wê yên siyasî û ewlekariyê de ragihand ku, kodeta tune ye naxwazin kodeta jî bi bigihe armanca xwe.

Hevserokê HPDê Selahetîn Demîrtaş di konfiranseke rojnamegerî de li Diyarbekirê ragihand ku,Demîrtaş amaje kir, pêwîst e piştî şikestina hewla kodetayê, hikûmet pêngavên cidî bigire bo çareserkirina pirsa Kurd û nehêştina şerê navxweyî û dawî li sîstema takesî bîne û destûrekî piralî amade bike.

Herwiha Demîrtaş got ku, pêwîst e eniya demokrasiyê bipêş bikeve, ku gelê Tirkiyê pêwîstiya wê pê heye, lê dijeyatiya kodeteyê nayê wateya ku piştgîriya Erdogan dikin.

Demîrtaş got ku, ewê kodetakar şerê desthilatiyê kirine, Şikestina kodetayê nayê wateya ku li Tirkiyê demokrasî heye, lê divê demokrasî bi awayekî bihêz pêk were, lê em dizanin ku Erdogan çawa di vê demê gavan davêje Erdogan kodetayê dike amrazekî nû.

Demîrtaş ragihand jî ku, nabe hemû kesek bi xayîn bê tawanbarkirin, em bi xayîn tên tawanbarkirin, lê diyar e kî xayîn e. em li ser xaka xwe dijîn û dixwazin li welatê xwe bi azadî bijîn. Kodeta nîşan da ku li Tirkiyê demikrasî tune ye, dixwazin ku bi awayekî din desthilatê bixine destê xwe.

AKPê û Erdogan dixwazin aştiya nevxweyî jinav bibin, hevşaredaran desteser bikin û destûrekî nû yekalî amade bikin. Heta niha demokrasî li kolanan e, ku şeva borî demokrasî li kolanan biser ket, lê berî wê yekê ku em li kolanan bûn, em bixayîn dihatin tawanbarkirin. Divê zimanê dewletê bê guhartin û careke din bi navê xiyanetê li niştimanperweriya me tuhmetbar neke , ji ber ku derket meydanê kî xayîn e.

Edrogan dixwaze kodeta wek amraz û derfetekî bikar bîne, daku bigihe armancên xwe, lê em li hemberî kodetaran û neyarên demokrasiyê radiwestin û helwesta me zelal e. kodeta ne çarenivîsa Tirkiyê ye. Kesê dixwaze Tirkiyê rizgar bike, divê riya demokrasiyê bigire ber destê xwe.