Diyarbekir: 100 Kes bi henceta piştevaniya kudatayê hatin girtin
Hêzên leşkerî yên Tirkiyê, şeva borî xwastin dest danin ser rêvebiriya wî welatî û kudateyeke leşkerî kirin, lê ew kudata têk şikest û di encamê de desthilatên Tirkiyê dest bi operesyona girtina pêwendiyên wan bi vê kudatê re hene kirin. Li Diyarbekirê jî 100 hatin girtin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê di çarçoveya operasyonên, li beramber piştgirên hewla kudetaya leşkerî ku şeva borî dest pê kiribû, operasyon tên lidarxistin. Di Operasyona ku Li Navenda 8. Balafirgeha Balafirên Cengê ya Diyarbekirê de, 2 ji wan General, Dadwer û Dozger jî di nav de, dora 100 kes hatin desteser kirin.
Herwiha li gelek xalên leşkerî yên li Bakûrê Kurdistanê, operasyonên bi vî rengî tên lidarxistin. Li Mêrdînê jî Fermandarê Leşkerî yê Bajêr ji peywira xwe hat girtin û desteser kirin.