HDP: Rewşa Ocalan başe
Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên ligel şanda HDPê diyar kiribû eger li pêvajoya aştiyê li Tirkiyê ser ne keve, egera wê yekê heye li Tirkiyê derbeyek leşkerî çêbibe.
K24-Navenda Nûçeyan
Şanda HDPê ya serdana Îmraliyê dikir û ligel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtin dikir, diyar kir ku rewşa tendirûstiya Ocalan başe.
Şanda HDPê di daxuyaniya xwe de ragihand wan li ser rewşa Ocalan ya piştî derbeya leşkerî ligel mûsteşariya parastina cemawerî û wezareta dadê ya Tirkiyê hevdîtin pêkaniye.
HDPê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, ji wan re hat diyarkirin ku kodetayê ti bandorek li şert û mercên Rêberê PKKê Abdûllah Ocalan nekiriye.
Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên ligel şanda HDPê diyar kiribû eger li pêvajoya aştiyê li Tirkiyê ser ne keve, egera wê yekê heye li Tirkiyê derbeyek leşkerî çêbibe.