Kirîza qutbûn û buhabûna şîrê zarokan li Rojavayê Kurdistanê

Ji ber zehmetiyên veguhestina şîr ber bi Rojavayê Kurdistanê ve, piraniya malbatên deverê ji neçarî hindek cureyên şîr ku jêderên wan ne naskirî ne, didin zarokên xwe. Herweha Ji ber dorpêçkirina deverê dezgehên xêrxwazî û saziyên mirovî jî nikarin alîkariyan bigihînin Rojavayê Kurdistanê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e799b25b-15cb-4632-a44f-1ef470ba27b4/sir-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Ji ber zehmetiyên veguhestina şîr ber bi Rojavayê Kurdistanê ve, piraniya malbatên deverê ji neçarî hindek cureyên şîr ku jêderên wan ne naskirî ne, didin zarokên xwe. Herweha Ji ber dorpêçkirina deverê dezgehên xêrxwazî û saziyên mirovî jî nikarin alîkariyan bigihînin Rojavayê Kurdistanê.

Li bajarê Qamişlo, Mihemed û Helez ku herdu cêwî ne, gunehên wan ew bû, di dema krîza tunebûn û buhabûna şîr de jidayik bûne. Şîrê dayikê têra herduyan nake. dapîra wan dibêje ku, ew neçar bûne şîrê qutîkan bidin wan, lê ji ber rewşa aborî ya xerab li deverê û zehmetiya peydakirina şîr, ew herdem li ser jiyana zarokên xwe di metirsiyê de ne.

Welatiya Emîna Melek derbarê vê yekê de ji K24ê re got: “2 zarokên cêwî ji bûka min re çê bûn. Şîrê dayika wan tune ye û li ser şîrê qutîkan, em wan xwedî dikin. Piraniya caran li dermanxaneyan nayê peyda kirin û eger hebe jî bi nirxekî buhaye. Ji neçarî em şîrê çêlekan didin wan û ji ber wê yekê jî carcaran qolincî dibin û rewşa wan nexweş dibe.”

Dermansaz û xwedanên kargehên dermanan tekez dikin ku, sedemên buhabûn û kêmbûna şîrê zarokan li bazaran, girêdayî buhabûna kiriya veguhestina şîr ji bajarên Sûriyê ne. Lê piştî vekirina deriyê Sêmalka di dema dawî de, hin cureyên şîr derbasî Rojava bûn û hinekî fişara derûnî li ser dê û bavên zarokan sivik bû.

Dermansaz Selma Elî jî dibêje: “Sedemên buhabûna şîrê zarokan, dorpêçkirina deverê ye û hebûna girûpên çekdar ku nahêlin şîr bighêje rojava. Ji alîkî dinve kiriya veguhestina şîr bi firokeyan ku kiriya yek qutîkê dighêje 1300 lêreyên Sûriyê ligel qurixkirina şîr ji aliyê hin bazirganan ve dibine sedemên buhabûna şîr ku ta dighêje dermanxaneyê bi nirxê zêdeyî 3 hezar lêreyên Sûriyê.”

 

Fly Erbil Advertisment