Ji ber êrîşeke PKKê 5 Pêşmerge şehîd bûn

PKKê bi mûşekan êrîşî hêzên Pêşmerge kir

Hewlêr (K24) – Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ji K24ê re ragihand; çekdarên PKKê kemînek li ber hêzên Pêşmerge  li nêzîkî devera Berê Sîlê ya li navçeya Amêdiyê danîne û êrîş kirine ser hejmarek Pêşmerge.

Serbest Lezgîn bi daxuyaniyekê ji K24ê re eşkere kir; Hêzên Pêşmerge ji bo parastina mal û milkên xelkê gundên deverê, tîmek şandine û li ser rê, PKK bi mûşekan êrîş kirine ser wesayîta wan û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 6 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Lezgîn destnîşan kir ku ev ne cara yekem e ku PKK êrîşî Pêşmerge dike û daxwaz kir ku şerê PKK û Tirkiyê ji axa Herêma Kurdistanê were dûrxistin û Herêma Kurdistanê û xelkê wê nebin qurbaniya şerê navbera wan.

Medyaya PKKê bi awayekî berfireh nûçeya êrîşê belav kiriye û li xwe mikur hatiye ku teqe li hêzên Pêşmerge kirine.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê Dr. Efrasyab Mûsa ji K24ê re eşkere kir: “Pêşmergeyên ku birîndar bûne, ji bo tedawiyê gihandine nexweşxaneya Duhokê.”