DAIŞ ji sê aliyan ve êrîşî Minbicê kir
Di 1ê meha borî de, operasyona bajarokê Minbicê destpê kir bû.
K24-Navenda nûçeyan
Encûmena Leşkerî ya Bajarokê Minbicê ragehan ku, DAIŞê ji sê aliyan ve êrîşî wî bajarokî kirin, lê êrîş ji aliyê şervanên wan ve hatiye têkbrin û di encam de 80 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Derbarê vê yekê peyamnêrê K24ê li bajarokê Minbicê ragehand ku, îro danê sibehê çekdarên rêxistina DAIŞê ji sê aliyan ve êrîşî wî bajarokî kirin, lê êrîş ji aliyê wan ve hatiye têkbrin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, êrîş bi rêya otombîlên bombekirî bûn û ji her sê aliyê Rojava, Bakur û Başur êrîş kirin.
Da zanîn ku, li aliyê çemê Sacûr li bakûrê Minbicê, gundên Qera El-Kebîra û Qera El-Zixîra û Oseclî Tok El-Xelîl yên li başûr û gundê Um Edese li rojavayê Minbicê derketiye û heta niha jî berdewame.
Aşkere kir ku, di encama wî şerî de 80 çekdarên DAIŞê ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Bajarokê Minbicê ve hatin kuştin.
Di 1ê meha borî de, operasyona bajarokê Minbicê destpê kir bû.