Îro 36 milyar dînarên Iraqî yên Pêşmerge yekalî dibe
Komîteya Rûbirûbûna krîza darayî li Herêma Kurdistanê, bi serokayetiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de ne, bo gotûbêjkirina dabeşkirina mûçeyên Wezareta Pêşmerge û pereyên ku ji aliyê Amerîkayê ve bo hêza Pêşmerge hatine, bikin.
K24 – Hewlêr

Peyamnêrê K24ê li cihê civînê ragihand ku, di civîna îro de Komîteya Rûbirûbûna krîza darayî li Herêma Kurdistanê dabeşkirina mûçeyên Wezareta Pêşmerge û pereyên ku ji aliyê Amerîkayê ve bo hêza Pêşmerge hatine, gotûbêj dike.
Peyamnêrê K24ê got jî, li gor zanyariyan bi dabînkirina wan pereyan bo hêza Pêşmerge 36 milyar dînarên Iraqî li xezîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê zêde dibe. Îro jî biryar li ser wî tê dayîn ku, ew pere dê li ser wezaretên din jî bên dabeşkirin yan vedigerin xezîneya hikûmetê.
Ev yek di demekê de ye ku, 12 vê mihê Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî protokola leşkerî di navbera Hewlêr û Washingtonê de îmze kir, di protokolê de hatiye jî, ku Amerîka berdewam dibe bi alîkariya Pêşmerge, herwiha mûçeyên mehane ya hêza Pêşmerge dabîn dike.