Rêber Ehmed: Armanca me avakirina dezgeheke modern a polîsan e

Rêber Ehmed
Rêber Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê destpêkirina plana stratejîk a çaksaziya polîsên Kurdistanê bo salên 2026-2030 ragihand, bi merema avakirina dezgeheke modern û pîşeyî ya polîsab, ku li ser bingeha serweriya qanûnê kar bike û baweriya tam a welatiyan bi dest bixe.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro Pêncşem, 22ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de bo Ajansa Nûçeyan a Îraqiyeyê eşkere kir: “Çalakiyên diyaloga stratejîk a hevpar di navbera Akademiya Serkirdetî û Kargêriyê ya girêdayî Wezareta Navxwe û Bernameya Neteweyên Yekgirtî bo Pêşxistinê (UNDP) de li bajarê Hewlêrê dest pê kir, li bin diruşmê Bihêzkirina Desthilatdariya Jîrane û Serweriya Qanûnê, bi merema danan û bicihanîna plana çaksaziya polîsên Kurdistanê (2026-2030), ew jî bi piştgiriya stratejîk a navdewletî piştî bizavên Nûnerê Şêwirmendiyê yê Yekîtiya Ewropayê (EUAM).

Rêber Ehmed amaje bi wê yekê da ku armanca bingehîn ji vê pêngavê çêkirina dezgeheke modern û pîşeyî ya polîsan e ku li asta baweriya welatiyan be; ev prose jî pareke serekî ya bernameya çaksaziyê ya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî ye. Herwesa pesna rolê berçav ê UNDPê û Desteya Şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê di piştgirîkirina vî karwanî de kir.

Navbirî ron jî kir ku ev pêngav tenê di danûstandinên teknîkî an korsên meşq û rahênanê de kurt nabin, belku destpêka hevpariyeke dezgehê ye bo guhartina serpişkiyên çaksaziyê ber bi plankirin, lêpirsîn û bidestxistina encamên berçav. Tekez jî kir ku wezaret bizavê dike ku ev stratejî tenê wekî belgenameyeke fermî nemîne, belku bibe peymannameyeke xizmetkariyê ya rastîn di navbera dezgeha polîsan û welatiyan de.

Di derheqa pêngavên kiryarkî yên qonaxa yekê de, Rêber Ehmed tekez kir ku niha kar li ser du projeyên serekî tê kirin: Çêkirina bingeha polîsan a nimûneyî, ligel çaksazî û pêşxistina kolêj û akademiyayên polîsan.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser pêgeha jinan û got: “Bihêzkirina rol û serkirdetiya jinan di nav dezgeha polîsan de, serpişkiyeka serekî ye di planên pêşxistinê yên wezaretê de.”

Navbirî herweha îsrar li ser wê yekê jî kir ku nabe welatî tenê wekî mifadarên bêdeng li van çaksaziyan binêrin, belku divê dîtin, merem û ezmûnên wan bo helsengandina serkeftina projeyan û çespandina ewlehiya civakî li Herêma Kurdistanê bibin pîverên serekî.