Amerîka: Em li bendê ne Bexda sozên xwe li beranberî Trump bike rast

Navenda Nûçeyan (K24) – Di bersiva pirsyareka taybet a malpera Kurdistan24ê de li ser pirsa dergehên sînorî û gotgotka daxwazên Waşintonê ji Hikûmeta Îraqê, berdevkekî ji Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku welatê wî li bendê ye ku Serokwezîrê Îraqê pabendî wan sozan be yên ku di Tîrmehê de dabûn Serokê Amerîkayê. Tekez jî kir ku Tehranê dîrokeke dirêj di bikaranîna mîlîşiyayan de bo dizîna samanê gelê Îraqê û têkdana serweriya wî welatî heye.

Piştî ku ji zarê çend serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê gotgotka wê yekê hatibû belavkirin ku goya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kiriye ku dergehên sînorî yên ligel Komara Îslamî ya Îranê dabixe, berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê çend daxuyanî dan.

Wî berdevkî ragihand: "Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li bendê ye ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi temamî pabendî wan sozan be yên ku di Tîrmehê de dabûn Serokê Amerîkayê Donald Trump; li ser rûbirûbûna terorê, rêgirtina li her êrîşekê di nav axa Îraqê de an ji nav axa Îraqê bo ser aliyên din, û avakirina hevpariyeke Amerîkî-Îraqî ku di xizmeta berjewendiyên her du welatan de be."

Li ser desttêwerdanên Tehranê di proseya siyasî û aborî ya Îraqê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê helwesteke tund diyar kir û amaje da: "Armanca me bi rengekê neguher dimîne; ew jî hebûna Îraqeke xwedî serwerî, parastî û xwedî aramî ye ku xizmeta gelê xwe bike û ewlehiya deverê bihêztir bike.”

Wezaretê navbirî eşkere jî kir: “Îranê ti roleke erênî û avaker di vê bizavê de nîne; Tehran aliyekî tam bêbawar e û dîrokeke dirêj di bikaranîna mîlîşiyayên Îraqî bo talankirin û dizîna samanê gelê Îraqê û gefxwarina li serweriya axa wî welatî de heye."

Ev peyama tund a Waşintonê di demekê de ye ku dosyeya kontrolkirina sînorên di navbera Îraq û cîranên wê de û bêçekkirina mîlîşiyayên çekdar ji çavkaniyên dahatê bûye yek ji serekîtirîn tewerên danûstandinên ewlehî û siyasî di navbera Bexda û Koçka Spî de.