Nûrî Malikî giheşte Silêmaniyê

K24-Silêmanî

Berî demekî nêzîk Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî  bi serdanekî giheşte Silêmaniyê û biryare ligel berpirs û rayedarên YNKê û Bizava Goran bicive.

Li gor peyamnêrê K24ê hejmarek ji berpirsên YNK û parêzgarê Silêmaniyê pêşwazî lê kir, herwiha di serdana xwe de biryare Malikî ligel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran Newşêrwan Mistefa û  Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî hevdîtinan pêk bîne.