Li Qamişlo êrîş li ser dêra Mar Şirbil hate kirin
Ev yekemîn care li bajarê Qamişlo Kenîseyek rastî êrîşê tê.
K24-Qamişlo
Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan ragehand ku, komek kesên nenaskirî bi Molotofan êrîşî dêra Mar Şirbil ya Siryanên Ersozokis li gundê El-Wetûtiyê kirine da zanîn ku, beşek ji wê Kenîsê şewitandine û zirareke mezin gihandinê.
Derbarê vê yekê Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe belav kir tê de ragehand ku, komek kesên nenaskirî bi Molotofan êrîşî kenîseya Mar Şirbil li gundê El-Wetûtiyê krine ku, 13 K.m dûrî bajarê Qamişlo ye, da zanîn ku, beşek ji wê Kenîsê şewitandine û zirareke mezin gihandinê.
Rewangha Aşûrî aşkere kir ku, wan kesên nenaskirî sendoqa pereyên xwepexiş yê Kenîseyê dizîne û entîkeyên wê yên dîrokî şewitandine.
Ev yekemîn care li bajarê Qamişlo Kenîseyek rastî êrîşê tê.