Li Sêrtê fermandarekî ji bûyerên hewldana derbeyê xwe kuşt
Efserê Tirki ji ber ku nekariye pêşiya derbeyê bigre, xwe kuşt.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Sêrtê ji ber agahiyên hewldana nû ya bo derbeya serbazî xelk rabû ser piya û fermandarê hêzên serbazî yê Sêrtê ji ber bûyerên hewldana derbeyê xwe kuşt.
Şeva borî li Sêrtê ser torên civakî hat belavkirin ku, hêzên serbazî amadekariyên derbeyê dikin. Ser agahiyan gel rabû ser pîyan û bi otombêlên kar li pêş avahiya parêzgariya bajêr rê girtin.
Parêzgarê Sêrtê Mistefa Tutulmaz got, wan jî di torên civakî de ew nivîs dîtine û bergiriyên xwe girtine.
Li aliyê din, Cîgirê Fermandarê Tugaya Komando ya Sêrtê Levend Onder, ji ber bûyerên derbeyê bi demançeyê xwe kuşt.
Hat îdîakirin ku, efserê tirk, ji ber ku nekariye pêşiya derbeyê bigre, xwe kuştiye.