Kenedayê biryar da ala ya Kurdistanê li kinc ên serbaz ên wê vemîne
Kenedayê biryar da ala ya Kurdistanê li ser kinc ên wan sebaz û rawêjkar ên wê bihêle ew ên ku li Herêm a Kurdistanê ne û meşq û rahînan bi hêz a Pêşmerge dikin.
K24- Hewlêr
Kenedayê biryar da ala ya Kurdistanê li ser kinc ên wan sebaz û rawêjkar ên wê bihêle ew ên ku li Herêm a Kurdistanê ne û meşq û rahînan bi hêz a Pêşmerge dikin.
Ceneral Contan Vans, fermandar ê bilind ê sûpa yê Kenedayê ragehand: Wan biryar daye ala ya Kurdistanê li ser kinc ên serbaz xwe li Herêm a Kurdistanê vehêle, ev jî wek amajeyek bo piştîvanî ya Herêm a Kurdistanê, ku berengarî girûp a tundrew a Daişê dibe.
Belê ev ceneral ê Kenedayî aşkera jî dike ku nabe ev pêngav a supa yê Kenedayê wek wê yekê bihê temaşakirin ku Keneda piştîvanî ya serxwebûn a Herêm a Kurdistanê dike.
Ev biryar a supa yê Kenedayê piştî wê yekê hat ku berî çend mehan, hijmarek a wêne yên serbaz û rawêjkar ên Kenedayî li Herêm a Kurdistanê belav bû ku ala ya Kurdistanê li ser kinc ên wan hatibû danan. Evê jî hikumet a Îraqê tûrre kir bi wê yekê ku Keneda piştîvanî ya serxwebûn a Kurdistanê dike.