Barzanî: Dilopek xwîna Pêşmerge bi ti tiştekî din nadim
Serokê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe derbarê danûstandina nebicih ya hikûmeta Iraq û xemsariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de nîşan da, ku nûnerê Pêşmerge di konfiransa hevpeymaniyê ya li Washingtonê de beşdar nebû.
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe derbarê danûstandina nebicih ya hikûmeta Iraq û xemsariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de nîşan da, ku nûnerê Pêşmerge di konfiransa hevpeymaniyê ya li Washingtonê de beşdar nebû.
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî derbarê ne beşdarîkirina nûnerê Pêşmerge di konfiransa Hevpeymaniya Navdewletî li Washingtonê de ragihand ku, ew di demekê de ye, ku Pêşmerge hêzeke sereke ye di şerê li dijî DAIŞê de û teroristan û di mawa du salên borî de bi qehremanî giyanên xwe fîda kirine, herwiha teroristên DAIŞê jî têkşikandine.
Barzanî got jî, ku ew fîdekariya Pêşmerge bo parastina xak û rûmeta gelê Kurd xwe ye, herwiha bê ku ti aliyek alîkariya darayî pêşkêşî Pêşmerge bike.
Barzanî got jî, Pêşmerge bi dehan salan parastina welat û doza xwe ya rewa dike, dilopeke xwîna Pêşmerge bi ti tiştekî din nade.
Ev daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di çarçoveya civînekê ligel Cîgirê Kunsilê Giştî yê Amerîkayê Johnson Kohin hatin, ku bi boneya bidawîhatina erkên wî serdana Serokê Herêma Kurdistanê kir.
Derbarê proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de, Barzanî amaje bi wê yekê kir ku, hişyariya gelê Kurdistanê û raya giştî di asteke bilind de ye, tevî nakokiyên siyasî jî partiyên Kurdistanê pabendî armancên stratîjî yên gelê Kurdistanê ne.