Helwesta Partiyên Siyasî li ser rewşa awarte

Siyasetmedarên Kurd dibêjin divê bersûc û yên bêsûc jihev bên cuda kirin û neheqî li kesên kudi nav hewla cunteyê de cîh negirtine neyên kirin.

K24-Amed 

Li Tirkiyê piştî hewla cuntayê ku di 15ê Tîrmehê de hat dayîn û bîser neket, ji aliye hikûmetê ve rewşa awarte li seranserê Tirkiyeyê bo 3 mehan hat ragihandin. Partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê, di dijderketina hewla cuntekaran de hemhelwestin, lê bi taybet partiyên Kurd dibêjin ji ber bê basîretiya siyaseta li Tirkiyeyê cunta û cuntakarî metirsiye li ser vî welatî.

Partiya desthilatdar Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP-AK-PARTÎ) piştî ku hewldana cunteya leşgerî biserneket jî li seranserê Tirkiyeyê 3 meh rewşa awarte ragîhand û balkîşandkudê di vê serdemê de, peymanên Mafên mirovan yên navdewletî jî bî demkî bidin aliyekî. Partiya Bizava Nijadî MHPê jî piştgirî da wê biryarê û ji bo Tirkiyeyê biryareke bixêr pajirand.

Lê herdû partiyên din yên opozisyona Tirkiyeyê Parti Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Demokratîk a Gelan HDPê nerazîbûnên xwe ji bo ragihandina rewşa awarte û binpê kirina mafên mirovan tînin ziman.

Rêvebirê CHPê yê Diyarbekirê Mehmet Şerîf Dogrû ji Kurdistan24ê re diyar kir ku, hewla cuntayê nayê qebûl kirin, lê hikûmet jî bi kirinên xwe cunteya sivîl dike. Şerîf dibêje, ji bo têkbirina hişmendiya cunteyan divê serdetiya hûqûqê bê pesand kirin û mafên civakê bên pêşxistin.

 Serokê CHPê yê Diyarbekirê Mehmet Şerîf wiha axifê:

"Niha ji 50 hezarî zêdetir peywirdarên dewletê bi xiyaneta welat tên darezandin. Ger ku ew xayîn bin, tê wê wateyê ku AKPê 14 sal e welat teslîmî van xayîna kiriye. Sebebe vana AKP ye û himendiya wan jî heman e. Hevalê hevbûn niha ketine hev."

Parlamentera Berê ya HDPê û Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk DBPê Sebahat Tuncel jî, diyar kir ku li Kurdistanê piştî 7 Xizîrana 2015-an rewşa awarte destpê kiriye û heta piştî hewla cuntayê jî didome. Tuncel dazanîn ku bi ragihandina rewşên awarte na, le bi diyalogê çareser kirina pirsgirêkan divê têkoşîn li dijî cuntekaran bê dayîn.

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPARê) Refîk Karakoç jî ji Kurdistan24ê re diyar kir ku, bingeha cunteyan ji ber kêmasiyên siyasetmedarên li parlamentoyê hatiye amade kirin û dazanîn ku divê ji vê hewldanê ders bistînin û ji bo serweriya demokrasi û hûqûqê amadekariyên hevbeş bikin.

Serokê Giştî yê HAKPARê Refîk Karakoç ji K24ê re got:" hêvîdarin rojek beriya rojekî ev rewşa derasaî bê rakirin û astengî û tengasiyên li ser jiyana civakî û rojane neminin."

Siyasetmedarên Kurd dibêjin divê bersûc û yên bêsûc jihev bên cuda kirin û neheqî li kesên kudi nav hewla cunteyê de cîh negirtine neyên kirin.