ENKS: Asayişa Efrînê endamekî PDK-Sê girt
Asayişa Rojavayê Kurdistanê endamekî Komîta Herêmê yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li Efrînê binçav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Asayişa Rojavayê Kurdistanê endamekî Komîta Herêmê yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li Efrînê binçav dike.
Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand ku, endamê Komîta Herêmê yê PDK-Sê li Efrînê Serbest Xelîl duh 23ê Tîrmehê ji aliyê asayişa Efrînê ve hatiye girtin.
Li gor daxuyaniya ENKSê ku, tuhmeta Serbest Xelîl pê hatiye girtin ew e ku, roja veşartina dengbêjê Kurd Bavê Selah, Serbest Xelîl li ser rê ala Kurdî li xelkê belav dikir.
Herwiha tê zanîn ku, roja 15 Tîrmehê endamê heman partiyê û komîteyê Ezet Kurdî li Efrînê ji aliyê asayişê ve hatibû girtin.
Ji aliyekî din ve, roja 21 Tîrmehê endamê Komîta Navendî yê PDK-Sê Ebdilrehman Apo, ligel hevalên wî Rênas Ebdilrehman, Felmez Osman û Cemal Şêx Smaîl Zada ji zîndanên asayişê serbest hatibûn berdan.
Ebdilrehman Apo di roja azadkirina wî de ji K24ê re aşkere kiribû ku, hîn endamên PDK-Sê Idrîs Elo, Ehmed Sîno, Ehmed Sîdo û Ezet Kurdî ve li cem asayişa Efrînê girtî ne.