Asayîş a Kerkûkê wêne yên hêrişker ên ser baregeh a PDK belav dike

Rêveberînî ya asayîş a Kerkûkê, wêne yên dû kesan belv kir ji wan kesên hêriş kirîne ser baregeh a nawçe ya 4 ya Pratî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê li Kerkûkê.

K24- Kerkûk

Rêveberînî ya asayîş a Kerkûkê, wêne yên dû kesan belv kir ji wan kesên hêriş kirîne ser baregeh a nawçe ya 4 ya Pratî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê li Kerkûkê.

Di ragehandinekê asayîş a Kerkûkê de hatîye: Demjimêr 12:30 şev a burî  çend çekdaran teqe li baregeh a navçe ya 4 a PDKyê, ser bi liq a 3y a PDKyê kirin li tax a azadî ya bajar ê Kerkûkê. Piştî teqekirinê bi çend xulekan hêz ên me bi harîkarî ya dezgeh ên asayîşî yên Kerkûkê, şîyan di hilmetekê de dû kesan ji wan teqekeran bigrin bi nav ên (R.X. T) û ( E.A. I) li tax a Ronakî li bajar ê Kerkûkê. Her di wê hilmetê de hêz ên me şîyan dest  bi ser otombîlekê de bigirin ji cor ê BMW hijmar 42696/Kerkûk û dû parçe çek ên Kilaşînkof, ku wan teqekeran di wê bûyerê de bikar hînabûn, lê me nav û navûnîsan ên hemû zanîyarîyek li ser heye.

Niha ew teqeker li rêveberînî ya me ne û di jêr vekolînê de ne û hemû alîyan jî ji encam a vekolînê dê haydar bikîn.

Şev a burî sê çekdaran hêriş kirin ser baregeh a navçe ya PDKyê li bajr ê Karkûkê û pasevan ên baregehê berengarî wan çekdaran bûne û dûv re jî ji alî yê dezgeh ên asayîşî dû kes ji wan teqekeran hatin girtin.