PDK pêşnîyaz dike post a serok ê perlemanê bibe bo YNK

Partî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê pêşnîyaz a sal a par carek a dî xist pêşî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê, ku post a serok ê perlemanê ye, lê gotebêj ê Bizav a Gorranê dibêje: Heya niha ev daxwaz ji PDKyê û YNKyê nebihistîye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8cd73da2-f025-470d-916c-582bf21cdd51/fuad%20husein%20nawshirwan.ism/manifest

K24- Hewkêr

Partî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê pêşnîyaz a sal a par carek a dî xist pêşî ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê, ku post a serok ê perlemanê ye, lê gotebêj ê Bizav a Gorranê dibêje: Heya niha ev daxwaz ji PDKyê û YNKyê nebihistîye.

Pêşnîyaz a berê yê PDKyê dîsan dihê nûvekirin, ew jî daxwazkirine ji hevpeyaman a xwe yê sitiratîcî ku carek a dî serokatî ya perlemanê bike, partî weha dibîne di vê rewş a çeqyayî di navber a xwe û Gorranê de, baştirîn çareser radestkirin a post a serok ê perlemanê ye bi YNKyê.

Bi nerîn a PDKyê ev rewş a niha Herêm têdeye, binas ên serok ê perleman a Kurdistanê ye ku ser  bi Bizav a Gorrane. Gorran jî bo evê yekê dibêje: Endam ê me çi nekirîye, tenê vîyaye yasa serwer be û bê agahî ya xwe jî ragehand ji vê daxwz û pêşnîyazê.

 Niha serok ê Herêm a Kurdistanê bi rê ya Fûad Husên, serok ê dîwan a serokatî ya Herêm a Kurdistanê, hewl dide kodengîyek a giştî bo pirs a rifrandomê û serxwebûn a Kurdistanê bi dest xwe ve bihîne.

Li ser kombûn a di navber  a PDKyê û Gorranê jî, PDK dibêje: Pirs ên mezintir hene wek şerr ê Daişê û rifrandom bo serxwebûn a Kurdistanê daku li ser biaxivîn li gel Gorranê  neku rêkkevtin ên hizbî.