Li Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve hate rakirin
Qedexeya derketina derve ji 10 taxan rabû.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Nisêbînê "qedexeya derketina derve" ya ku di 14'ê adarê de hatibû îlankirin, li 10 taxan bi dawî bû. Her wiha li taxên ku herî zêde şer û pevçûn dijwar bûn qedexe hê jî berdewam e.
Li bajarê Nisêbînê yê ser bi parêzgeha Mêrdînê piştî çar mehan qedexeya derketina derve li 10 taxên wê bidawî hat.
Derbarê vê yekê duh, parzgarê bajarê Mêrdînê di daxuyaniyekê de ragehand ku, ji seat 2 piştî nîvro xedexeya ku, ji 14ê Adara borî ve li 10 taxên Nisêbînê hatibû ragehandin rabû.
Ji aliyê xwe ve walîtiya Mêrdînê diyar kir ku li taxên wek Yenî Tûran, Yeşîl Kent, Mor Yakûp, 8 Mart, Gîrnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyubî, Çatalozu, Îpekyolu û Barişê qedexeya ku hatibû ragehandin, bi dawî bûye.
Li taxên ku herî zêde şerûpevçûn lê dijwar bûn qedexe hê jî berdewam e.