Emîrê parastina DAIŞê li Minbicê hat kuştin
Li gor şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokî Minbicê heta niha ji sedî 85 bajarokê Minbicê hatiye rizgarkirin.
K24-Minbic
Emîrê Parastinê û Berpirsê eniya rojhilat yê DAIŞê li bajarê Minbicê di çarçoveya rizgarkirina wî bajarokî de ji aliyê şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokî Minbicê ve hate kuştin.
Li gor peyamnên K24ê li bajarê Minbicê emîrê parastinê yê DAIŞê yê binavê Ebo Aîşe ligel 12e çekdarên din ji aliyê şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokî Minbicê ve hate kuştin.
Li gor welatiyên bajarokê Minbicê berî operasyona rizgarkirina Minbicê destpê bike, wî emîrê DAIŞê 150 Kurd girtibûn.
Li gor şervanên Encûmena Leşkerî ya bajarokî Minbicê heta niha ji sedî 85 bajarokê Minbicê hatiye rizgarkirin.