Asayişa Efrînê endamekî din yê PDK-Sê digire

Asayişa Rojavayê Kurdistanê endamekî din yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li Efrînê binçav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojavayê Kurdistanê endamekî din yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li Efrînê binçav dike.

Li Efrînê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) di daxuyaniyekê de ragihand ku, endamê Encûmena Herêmê yê wê partiyê Nezîr Berekat duh 26 Tîrmehê ji aliyê asayişa Efrînê ve hatiye girtin.

Li gor daxuyaniya PDK-Sê ku, tuhmeta Nezîr Berekat pê hatiye girtin ew e ku, roja veşartina dengbêjê Kurd Bavê Selah, Serbest Xelîl li ser rê ala Kurdî li xelkê belav dikir.

Her li gor daxuyaniya PDK-Sê ku, endamê Ençûmena Herêmê yê wê partiyê Serbest Xelîl roja 23ê Tîrmehê bi heman tuhmetê li Efrînê ji aliyê asayişê ve hatiye girtin.

Li gor daxuyaniya PDK-Sê, endamên wê Ezet Kurdî jî roja 15 Tîrmehê û hatiye girtin. Herwiha Idrîs Elo, Ehmed Sîno û Ehmed Sîdo ji sala 2013an ve girtî ne û heta niha çarenivîsa wan ne diyar in.