KCK: 2 hezar û 900 leşker û polîs hatine kuştin
Koma Civaka Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê bîlançoya şerê salekê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê aşkera kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Koma Civaka Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê bîlançoya şerê salekê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê aşkera kir.
Li gor daxuyaniyê KCKê, 2 hezar û 900 leşker û polîs hatine kuştin, 435 gerîlayan canê xwe ji dest dane û 16 gerîla jî dîl hatine girtin.
Fermandariya Navenda Parastina Gel ya KCK'ê, encamên şerê salekê li Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî belav kir.
KCK, 24'ê Tîrmeha 2015'ê wek destpêkirina pêvajoya şer bi nav dike û ragehand, di maweya salekê de, ji hezarî zêdetir çalekî û pevçûnan rû dane û 13 leşkerên artêşa Tirk jî dîl hatine girtin.
Her wiha tê ragehandin, di şerê pevçûnan de, 4 helîkopter, 15 tank û 175 otombêlên zirxpoş hatine tunekirin.
Di daxuyaniya KCK'ê de encamên şerê bajaran yên navbera YPS û Artêşa Tirkiyê nîne, ku her du alî behsa 7 hezar kuştiyên aliyan dikin.