Li Qamişlo teqîn: 20 kes birîndar

K24 - Qamişlo

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînek rû da.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragehand ku, îro danê sibê teqînek li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo rû daye.Teqîn bi rêya otombîlekî barhilgir bû.

Li gor zanyariyên destpêkê 20 kes birîndar bûne.Li gor peyamnêrê K24ê gelek otombîl birîndaran vedguhezin nexweşxaneyên bajêr. 

Herwiha piştî teqînê jî şer û pevçûn derketine. Li gor zanyariyan piştî teqîna yekem teqîneke din rûda.

 

Di demên pêş de agahiyên zêdetir belav dikin.