HDPê derbarê rewşa Ocalan de nameyek bo Ewropayê şand
Hevserokayetiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo rê nedana serdana Rêberê PKKê Abdulah Ocalan li Îmraliyê, nameyek bo Komîteya Rûbirûbûna Îşkenceyê ya Ewropayê re şand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokayetiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo rê nedana serdana Rêberê PKKê Abdulah Ocalan li Îmraliyê, nameyek bo Komîteya Rûbirûbûna Îşkenceyê ya Ewropayê re şand.
Hevserokên HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yûksakdag di nameyekê de bo Serokê Komîteya Rûbirûbûna Îşkenceyê ya Ewropayê Mîkola Gnatovsky re, daxwaz kirin ku, bo dilniyabûna li ser rewşa tenduristî ya Abdulah Ocalan li Îmraliyê, şandekê ji wê komîtê serdana Ocalan bikin.
Herwiha di nameyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku, ji roja 2 Nîsana 2015an ve, rê bi malbata Ocalan nehatiye dayîn. Herwiha ji piştî hewla kudetaya leşkerî ya 15 Tîrmehê ve, rê nehatiye dayîn ku malbat û parêzerên Ocalan serdana wî li girtîgeha Îmraliyê bikin.