Li Qamişlo bang ji bo xwebeşîna xwînê tê kirin

Du teqîn rûdan.

K24-Qamişlo

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji ber hejmara zêde ya birîndarên teqînên ku îro danê sibehê li wî bajarî rûdayîn bang ji bo xwebexşiya xwînê li hemû nexweşxaneyan tê kirin.

Peyamnêrê K24ê ragehand ku, ji ber hejmara zêde ya birîndaran û nebûna pêdawistyên pizîşkî li hemû naxweşxaneyên bajêr bang bo xwebexşîna xwînê hate kirin û daxwaz ji hemû welatiyan kirin ku alîkariya tîmên pizîşkî û hewarhatinê bikin.

Îro danê sibehê du teqîn li bajarê Qamşlo rûdan, di encam de 37 kes hatin kuştin û 90 kesên din jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe Serokê Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe bo malbatên şehîdan nîşan da û da zanîn ku, ew bo her alîkariyekê amade ne.