Rêveberiya Xweser: DAIŞ û rejîma Sûriyê berpirsên teqînan ne
37 şehîd û100 birîndar
K24-Qamişlo
Serokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Rêzan Gelo ragehand ku, armanca ji teqînan lawazkirina operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê û têkbirina aramiya herêmên Rojavayê Kurdistanê ne.
Danê vê sibehê, du teqîn li bajarê Qamişlo rûdan, li gor peyamnêrê K24ê hejmara şehîdên teqînan bûne 50 kesî û 100 birîndarî, herwiha da zanîn ku teqîn bi rêya otombîlên barhilgir rûdan.
Ji aliyê xwe ve Berpirsê Desteya parastinê Rêzan Gelo ragehand ku, ew ji destpêka teqînê amade bûn ji ber ku dezgehên wan nêzîkî bûyerê bûn, da zanîn ku armanca lawazkirina operasyona Minbicê ye û têkbirina aramiya Rojava ye.
Gelo diyarkir ku ew sozdidin ku tola wan kesên şehîd û birîndar bûyîn rakin,
Aşkere kir ku ew teqîn ji aliyê DAIŞê û hemahingiya rejîma Sûriyê hate kirin.