Mehemed Hacî Mehmûd: Nîyetek a baş heye bo çereserkirin a arîşeyan

Di kongiereyek a rojnamevanî de li ser kombûn ên Fûad Husên, serok ê dîwan a serokatî ya Herêm a Kurdistanê li gel alî yên sîyasî bo çareserkirin a arîşe yên hindûrî, Mehemed Hacî Mehmûd, sikirtêr ê Hizb a Sosyalîst a Dîmukratî ya Kurdistanê ragehand: Nîyetek a baş heye bo çareserkirin a arîşeyan û ûmêd dikîn pêngav ên baştir bihên havêjtin û kombûn berdewam bin.

K24-Helebce

Mehemed Hacî MeHmûd got jî: Xal ên destpêşxistin a serok ê Herêm a Kurdistanê,bo çareserkirin a arîşeyan, li gel Newşîrwan Mistefa hatin behskirin û ra û nerîn ên xwe li ser gotîye ûmêd û nîyet bo çaresrkirinê ne.

Li ser karakirin a perleman a Kurdistanê, got: Pirs a karakirin a perlemanê ne hind aloz nîye ku nehê çareserkirin.

 Li dirêjî ya kombûn ên wî li gel alî yên sîyasî li ser destpêşxistin a serok ê Herêm a Kurdiswtanêbo çareserkirin a arîşe yên başûr a Kurdistanê, evro Fûad Husên, serok ê Dîwan a serokatî ya Herêm a Kurdistanê li gund ê Gulexane ser bi dever a Şarezûr li gel Mehemed Hacî Mehmûd, sikirtêr ê Hizb a Sosyalîst dîmukratî ya Kurdistanê kom bû.