Li Sêrt û Colemêrgê: 2 leşker hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn

Li Sêrt û Colemêrgê, di encama şer û pevçûnan de şeva borî di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlehiya Tirkiyê de 2 leşker hatin kuştin û 9 leşkerên din birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Sêrt û Colemêrgê, di encama şer û pevçûnan de şeva borî di navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlehiya Tirkiyê de 2 leşker hatin kuştin û 9 leşkerên din birîndar bûn.

Li gor ajansa “Dogan” li Colemêrgê , şeva borî gerîlayên PKKê bi otombêleke bombebarkirî êrîşî ser navenda Depîn polîsan kir, di encamê de 8 polîs birîndar bûn, birîna yekî jî giran e.

Hat zanîn ku, piştî dengê teqîna mezin ya otombêla bombebarkirî, bi çekên Kilashinkov û RBG jî êrîşê berdewam kiriye.

Herwiha li Sêrtê jî, bombeyeke vedayî bi otombêleke leşkerî ve teqiya û di encamê d 2 leşker jatin kutin û leşkerekî din jî birîndar bûye. Piştî bûyerê jî artêşa Tirkiyê dest bi operesyonekê kir.