Endamekî PDK-Sê di zîndanên rêjîmê de canê xwe ji dest dide
Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) di zîndanên rêjîma Sûriyê canê xwe jidest dide.
Endamekî Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) di zîndanên rêjîma Sûriyê canê xwe ji dest dide.
Endamê Encûmena Herêmê yê PDK-Sê Mistefa Qazî ji K24ê re ragihand ku, endamê heman partiyê Îsmaîl Xelîl Îbik ji sala 2011an ve di zîndanên rêjîma Sûriyê de bû, ji ber rewşa xerab ya zîndanê bi nexweşiya wêranê ketibû û duh canê xwe jidest da.
Qazî da zanîn ku, Îsmaîl Xelîl Îbik (50 salî) ji gundê Qermîliq yê navçeya Şiyê ya Efrînê ye, bavê 4 zarokan e, herwiha endamê komîta Şaxê yê PDK-Sê ye, di sala 2011an ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû girtin.
Îsmaîl di destpêkê de di zîndanên Helebê bû, paşê jî bo zîndana Sêdnaya ya Şamê, piştre jî bo zîndaneke Laziqiyê hatibû veguhastin, ji ber rewşa xerab ya zîndanê ji kêmbûna xwarin û çareseriya tenduristî, Îsmaîl bi nexweşiya wêranê ket, duh jî canê xwe di zîndanê de ji dest da.