Dû lîwa li Kerkûk hatîne akincî kirin

Dû lîwa yên Pêşmege ji alî yê Emerîkayê ve hatîne çekdarkirin û ji alî yê welat ên Hevpeyman jî meşq a temam kirîne û li sinûr ê Kerkûkê pişkdar ya şerr ê dijî Daişê dikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/92988027-59d5-44e7-b7cc-f9f465cad0e0/MASHQI%20PISHMARGA.ism/manifest

K24- Hewlêr

Dû lîwa yên Pêşmege ji alî yê Emerîkayê ve hatîne çekdarkirin û ji alî yê welat ên Hevpeyman jî meşq a temam kirîne û li sinûr ê Kerkûkê pişkdar ya şerr ê dijî Daişê dikin.

Wezaret a Pêşmerge dibêje: Ev dû lîwaye amadene pişkdarîyê li şerr ê azadkirin a Mûsilê bikin.

Ev Pêşmerge yên Fewc a dû ya lîwa ya dû ya ser bi wezaret a Pêşmerge ye û 10 heftîne meşqê bi wan dihê kirin li Herêm a Kurdistanê ji alî yê hêz a Hevpeyaman ên Nêvdewletî ve.

Emerîka lîwa ya 1 û 2 yên ser bi wezaret a Pêşmerge  çekdar kirîne û li sinûr ê Kerkûkê ev dû lîwaye dê bihên akincî kirin.

Wezaret a Pêşmerge aşkera dike, erk ê evan dû lîwayan li sinûrê Kerkûkê ye û heke ferman jî bi wan bihê kirin ew dê şerr ê kolan bi kolan ên Mûsilê bikin û şerr ê şeqaman  encam bidin.

Berpirs ê meşqî yê hevpeyaman ên dijî Daişê dibêje: Ev dû lîwa meşq ên temam wergirtîne li ser çek ên giran û sivik û ew dilxweşin bi serkevtin a herdû lîwayan di meşqê de.

Li ser berdewamî ya meûqê jî dibêje: Em li her cih be meşqê bi hêzan dikîn, hewe hureyek a bilind nîşa Hevpeyman daye û gelek mikurr bûne li ser fêrbûnê.

Ev rêresm a evro , wata wê bi dawî hatin a meşq û rahînanan nîye, lê divê em berdewam bîn li ser meşq û rahînanan û zanîyarî yên zêdetir bi dest xwe ve bihînîn daku bi başî beerngarî dijmin ên xwe yên hevpisk bibîn.