Civîn a Şûra ya bilind a serbazî ya Turkîyayê bi dawî hat

Civîna Şûraya Bilinda Serbazî ya Tirkiyê bi dawî bû. Sererkan û Fermandariyên hêzên Bejahî, Hewayî û Deryayî li cihê xwe man. Fermandarê Cenderme û yê Artêşa Duyem ji ber helwesta derbeya serbazî hatin guhertin.

K24- Hewlêr

Encamên Civîna Şûraya Bilind ya Artêşa Tirkiyê ku fermandarên sala bê diyar dike bi aşkera bû. Yekem car e ku civîn di koşka serokwezîrtiyê de hat darxistin ku berê her tim li Sererkaniyê birêve diçû. Dîsa biryarên civînê Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin aşkerakirin ku ev jî cara yekê ye.

Li gor encamên civînê, di fermandariyên bilin de guhertinên berbiçav diyar nabin. Di dema derbeya serbazî de sererkan û hemû fermandarên bilind ji hêla derbekaran ve dîl hatibûn girtin û dihat çaverêkirin ku gelek ji wan, ji kar dest vekêşin.

Beriya du rojan fermandariya hêzên cenderme bi Wezareta Navxweyî ve hat girê dan. Her wiha Serokomarê Tirkiyê duh dabû xuyakirin, ew dixwaze, Serokatiya MÎT'ê û Sererkaniya Tirkiyê bi Serokomar ve bên girêdan.