Sebahat Tuncel: Rêya demokratîkbûna Tirkiyê bi çareserkirina pirsa kurdî re derbas dibe.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokrat (DBP) Sebahat Tuncel dibêje, rêya demokratîkbûna Tirkiyê di çareserkirina pirsa kurdî re derbas dibe.
K24-Hewlêr
Hevseroka Partiya Herêmên Demokrat (DBP) Sebahat Tuncel dibêje, rêya demokratîkbûna Tirkiyê di çareserkirina pirsa kurdî re derbas dibe.
Tuncel û endamên Desteya Rêveber û Meclîsa Partiyê, di çarçoveya civînên gel de li Çewlîgê civîn darxistin.
Tuncel êrişa Qamişloyê û aliyên ku DAIŞ kiriye belayê serê kurdan şermezar kir û got, sînorên ku sedsal berê dijî îradeya gelan hatibûn xêzkirin, îro bi berxwedana kurdan bêwate mane.
Hevseroka DBP'ê da xuyakirin, siyaseta dijî kurdan ya AK Partiyê bûye sedema hewldana derbeyê û eger jidil dijî derbeyê ne, rêya vê demokratîkkirina Tirkiyê ye û rêya vê jî di çareserkirina pirsa kurdî re derbas dibe ku ev jî xweseriya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyê ye